Tirkiyê di topbarana gundewarên bakurê Helebê de berdewam e

Tirkiyê di topbarana gundewarên bakurê Helebê de berdewam e

6:26:59 PM

RojavaNews: Malpera Alerebiyê belav kir di encama topbarana artêşa  Tirkiyê ji gundewarên bakurê Helebê 35 çekdarên YPG jiyana xwe ji destdane û 15 ên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku 2 ji çekdarên Hêza Sûriyaya jiyana xwe ji destdane û  7 ên din  jî birîndar bûne .

Li gor rewangehê  Tirkiyê bajarokê Dêr Cimêlê , balefirxaneya Minixê, û gundê Mezrehê li Efrînê topbaran dike .

Herwiha Jêderan diyar kirin ku topxaneya Tirkiyê 19 navendên YPG bi 81 rokêtan armanc kirin. 

Tirkiyê daxwaz ji YPG kir ji wan deverên li gundewarên Ezazê  kontrolkirbûn, vekişin.