11:15:06 PM
RojavaNews: Wezareta Derve ya Fransa, daxuyaniyek derbarê rewş û pêşhateyên dawî li bakurê gundewarê Helebê belav kir.
Wezareta derve di daxuyaniya xwe de bang li Tkriyê kir ku topbaran herêmên kurdan rawestîne û got ew ji ber rewşa bakurê gundewarê Helebê dilgiran e.
Herwiha wezaretê daxwaz ji rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê yên li herêmê kir ku bombebarana bakurê gundewarê Helebê rawestîne.
Koşka Spî, ji aliyê xswe ve ragihan ku Cîngirê Serokê Ameîka, joe Bauden, di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu, re daxwaz kir ku Tirkiyê toopbarana çekdarên YPG rawestîne.
Herwiha Koşka Spî got Bayden ji serokwezîrê Tirkiyê re tekez kir ku Amerîka ji bo rawestandina pêşveçûna YPG kar dike ku ti deverên din kontrol neke.
