Rêjîm ji NY re: Artêşa Tirkiyê kurdan topbaran dike

Rêjîm ji NY re: Artêşa Tirkiyê kurdan topbaran dike

11:32:36 PM

RojavaNews: Wezareta Derve ya Rêjîma Sûriyê di derbarê pêşhateyên bakurê gundewarê Helebê û topbarankirina Artêşa Tirkiyê ji çekdarên YPG re nameyk ji NY  û yek din ji Emîdarê Giştî yê NY, Ban Kî Moon re şand.

Wezareta derve di herdu nameyên xwe got ku ji duh Roja Şemiyê ve, Atêşa Tirkiyê cihê niştecîbûna kurdan û navendên rêjîmê li bakurê gundewarê Helebê armanc dike.

Wezaretê ew yek vegerand li ser pêşveçûna hêzên wê li bakurê gundewarê Helebê, ku rêjîmê karî gelek deverên girîng û stratîjî ji dest opozisyonê derxîne.

Herwiha Wezareta Derve ya Rêjîmê di nameya xwe de got ku Artêşa Tirkiyê her yek ji Malkiyê, Minixê, Ên Deqnê û Yazi Baxê(yê Efrînê) topbaran kirine.

Wezaretê îdîa kir ku 12 otombêlên pick up ku nêzîkî 100 çekdaran têde hebûn, ku têgumankirin hem jandirmeyên tirk bin û hem jî çekdarên opozisyonê bin, bi rêya deriyê Bab El-Selamê derbasî Ezazê bûne, li gorî ku di nameya ji NY û Emîndarê wê yê giştî re hatiye.