Heleb: nîşangirên terorîstî 2 welatiyên Şêxmeqsûd birîndar kirin!

Heleb: nîşangirên terorîstî 2 welatiyên Şêxmeqsûd birîndar kirin!

Rojava News: Çekdarên  Rêxistinên terorîstî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam yên li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê welatiyên sivîl ên taxê hedef digirin.

Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam jî yên li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi cih bûne bi şewayekî bê navber welatiyên sivîl dikin ermanc.  

Li gorî zanyariyên hatine wergirtin nişangirên çekdarên terorîstî  ji devera Kastêlo ya li bakurê taxa Şêxmeqsûd û çerxeriya Cendol a li rojhilata taxê, welatiyên sivîl kirin armanc û di encam de 2 welatiyên sivîl ên ji pêkhateya Ereb ên bi navên Ehmed Ebdilhenan (25) û Ehmed Osman (31) birîndar bûn.  

Hat zanîn çekdarên  Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam duh jî deverên sivîlan ên taxê topbaran kirin û di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.