Serokê ENKSê nedweyek ji revenda kurdî li Elmanyare li darxist

Serokê ENKSê nedweyek ji revenda kurdî li Elmanyare li darxist

10:16:01 AM

Rojava News:Duh li bajarê Hêrnê yê Elmanya serokê ENKS Ibrahîm Biro nedweyeke siyasî ji revenda Kurdre li wî welatî li darxist .

Duh roja yekşembê 14\2\2016 ê bi amadebûna Serokê Encûmena Niştimaniya kurdî li  Sûryayê Ibrahîm Biro  li Hola Şîraz li bajarê Hêrnê yê Elmanyayê û bi beşdariya D.r Kamîran Hac Ebdo endamê nivîsgiha têkiliyên derve û Rêzan Şêxmûs serokê nûneratiya ENKSê li orupa , û bi amadebûna sedan ji revenda kurd ya li Elmanya, û nûnerên Partiyên Kurdistanî li orupa û hin ji kesayetiyên xwedan rol di warê siyasetê de , nûneratiya ENKSê li oropa nedweyeke siyasî li darxist.

Di axaftina xwede Bro nêrîn û helwesta ENKSê di derbarê karvedanên Siyasî û Leşkerî yên ku têne holê li Sûriyayê bi giştî û li ser astê Kurdistanê bi taybetî , û giftûgoyên ku li cunêvê têne çavrêkirin , her weha Kongirê Myonixê û danû sitandinên navdewletî ku  li ser rewşa Sûriyê têne kirin.

Her weha Biro amaje bi rewşa ENKSê kir û rola wê dinava Hemahengiya Sûrîde û nêrîna wê ji Sûriyaya pêşerojêre , û pêwistiya beşdarbûna Kurdan di çi Kongireyekî navdewletîde diyarkir , ji  bo dîtina çareseriyeke rewa ji Doza Kurdîre di çarçoveya çareserkirina Qeyrana Sûrîde ku di ragihandina Sûryake Fedralde tê çaverêkirin .

Her weha amaje bi kiryarên PYDê kir û got:" Siyaseta PYDê ya qirkirinê tenê xizmeta destekên rijêma tekrew dike , û çi xebata wê ji millet kurdre nîne ya ku bandoreke mezin li ser valakirina Kurdistana Sûriyê ji xelkên kurd kir  ".

Di dawiyêde gelek  dîvçûn ji bal amadeyanve hatin kirin li ser babetên ku di Nedweyêde hatin bi zarvekirin .

Rifat HacÎ