6:25:08 PM
RojavaNews: Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (Hevbendî) di derbarê topbarankirina Tirkiyê ji navendên YPG re li gundewarê Ezazê û rojhilatê Efrînê, daxuyaniyek belav kir.
Hevbendî, ku nêzîkî PYD ye, di daxuyaniya xwe de armanckirina navendên YPG şermezar kir û got:” wê gelê kurd bi tevahiya aliyên siyasî wê li hember destêwrdana hovane ya Rêjîma Tirkiyê bisekine” .
Daxuyaniyê piştevaniya xwe ji hêzên YPG, YPJ û Hêza bi Navê Sûriyaya Demokrat re da nîşan.
