Şêxmeqsûd: ji ber topbaranê 3 sivîl birîndar bûn

Şêxmeqsûd: ji ber topbaranê 3 sivîl birîndar bûn

Rojava News: Ji ber topbaran çekdarên terorîstî  li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê 3 hemwelatiyên sivîl  birîndar bûn.

Çekdarên rêxistinên terorîstî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ev demeke dirêj e taxa Şêxmeqsûd didin ber bi topan û êrîşên giran li dijî hemwelatiyên deverê pêk tînin.

Li gor zanyariyên hatine wergirtin; Di  topbarana îro ya li biser taxê de 3 welatî birîndar bûn.

Topbarana rêxistinên terorîstî li deverê hîna jî berdewame.

12:00:33

Şanaz Emîn