Efrîn… Topbarankirina berdewam e û metirsî jî zêde dibin

Efrîn… Topbarankirina berdewam e û metirsî jî zêde dibin

12:02:56 PM

Taybet-RojavaNews: Piştî ku çekdarên YPG bajarokê Til-Rifatê yê gundewarê bakurê Helebê û yê nêzîkî Bajarê Ezazê kontrol kir, Artêşa Tirkiyê topbarankirina xwe li ser Efrînê zêdetir kir.

Ji dun Roja Duşemê li ser şîva heya 12ê êvarî, bêtirî 15 top li Efrînê ketin, ku çalakvanan parçevîdiyoyên topbarankirinê belav kiribûn ku têde diyar dibe ku çawe top li ser gundê Serê Kaniyê( Kefer Cenê) yê navçeya Şera re derbas dibin û li gundên din ên Efrînê dikevin.

Li gorî jêderên taybet bi RojavaNews, nexweşxaneya Avrîn ku bi ser PYD ve ye, niha û ji ber topbaranê tenê birîndaran pêşwazî dike û nexweşan jî ji bo nexweşxaneya Qenber vediguhêzîne.

Herwiha metirsî di nav xelkê de çêbûye, ku hinek malbatan ji tirsa topên Tirkiyê ku zarokên wan armanc bikin, zarokên xwe neşandin dibistanan.