3:44:52 PM
RojavaNews: Fermandarê Ceyş El-Siwar a bi ser YPG ve, Tariq Ebû Zêd, ragihand ku wan û çekdarên opozisyonê li Mariê lihevkirin ku ew bajarok radestî wan werekirin bêyî ku şerek di navbera wan de derkeve.
Bi vî awayî jî opozisyon tenê li Bajarê Ezazê dimîne û li wê derê jî tê dorpêçkirin, piştî ku dun bajarokê Til Rifatê kontrol kirin, ku tenê rêya deriyêê Bab El-Selamê ji wan re vekirî dimîne ku Tirkiyê alîkariya wan bike.
Duh jî û bi piştevaniya balafirên Rûsî YPG gundê Kefer Nasih jî kontorl kir ku rêjîma Sûriyê 3 km ji wan dûr e niha piştî ku rêjîmê herdu gundê Ehresê û Misqanê kontorl kirin.
