PYD internetê li Efrînê qut dike

PYD internetê li Efrînê qut dike

8:17:02 PM

Taybet-RojavaNews: Çekdarên PYD li Bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê biryara qutkirina internetê distînin û ji xwediyên kampaniyên ku pakêtên internetê belav dikin dixwazin ku nema internetê bi kar bînin.

Jêdereke taybet bi RojavaNews ragihand ku çedarkên PYD xwediyên kampaniyên ku internetê belav dikin agahdar kirine ku xetên internet qut bikin, lê hîn jî li tevahiya Efrînê ew biryar nehatiye bicîkirin, ku tenê li hin cihan wek rojhilatê bajêr hatiye bicîkirin.

Berya niha jî çekdarên PYD ji xwediyên kampaniyan xwestibû ku her kesê bêtirî 2 GB bikar bîne, divê navê wî kesî bidin wan da ku lêpirsînê li ser bikin ku çima internetê zêde bikar tîne.

Di topbarankirina Tirkiyê ji navendên çekdarên YPG re li Efrîn û gundewarê wê de, çalakvanan gelek wêne û parçeviyoyên topbarankirinê belav kiribûn.