DAIŞê pira Qereqozaqê bi temamî teqand

DAIŞê pira Qereqozaqê bi temamî teqand

Rojava News: Terorîstên DAIŞê pira Qereqozaq li başûrê bajarê Kobanî, li Rojavayê Kurdistanê bi temamî teqandin, lê belê ta niha berpirsiyaretiya xwe li ser vê kiryarê neragihandine.

Li gorî agahiyan, duh 16 Sibatê demjimêr 10 sibehê Terorîstên DAIŞê ew pir bi temamî teqandin, piştî ku ew bi temaî bombebaran kiribûn, û ta niha DAIŞê berpirsiyaretiya xwe li ser vê kiryarê neragehandiye.

Sala par Terorîstên DAIŞ beşek ji pira Qereqozaq teqandibûn, lê belê piştî rizgarkirina Kobanî ji aliyê Pêşmergeyan ve, Terorîstên DAIŞê nema karîbûn bi hesanî nêzîkî pira bibin.

9:26:40 AM