Rojava News: Girûpên çekdarên Islamî, Taxa Şêx Meqsûd topbaran kirin û di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Rojava News, duh Eniya Elnusra (şaxê Elqaîdê li Sûriyê), û Eherar Elşam bi çekên giran Taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê topbaran kirin, û di encamê de welatiyê bi navê Ehemd Hesûn yê temen 36 salî jiyana xwe ji dest da, herweha 36 welatiyên din jî birîndar bûn.
Hate gotin ku topbaran ji duh demjimêr 10ê şevê ve ta sibeha Îro berdewam kir, û derdora 50 topên Hawanê li wê taxê ketin û gelek ziyan giha malên welatiyan.
Nalîn Hesen
9:44:16 AM
