Nûrî Birîmo: Tirkiye gundên Efrînê yên dûrî şer topbaran dike

Nûrî Birîmo: Tirkiye gundên Efrînê yên dûrî şer topbaran dike

Rojava News: Endamê Komîta Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo ji K24ê re ragehand ku, herêma di navbera Efrîn û Kobanê de herêmeke têkel e ji Kurd, Ereb û Tirkmenan, rêjeya Kurdan li wê deverê bêhtirî ji sedî 60 e. Divê Tirkiyê wek çawa destpêkê li Başûrê Kurdistanê kiriye, careke din li Rovayê Kurdistanê neke û Kurdan qebûl bike.

Birîmo amaje kir, rêjîm û firokeyên Rûsî til Rifat, Minig, Mari û Ehrezê bombebaran dike, Artêşa Azad li wan deveran nehêşt û xelkê wê deverê jî hemû berve Efrîn û sînorê Tirkiyê reviyan. Lewre valahiyek li wan deveran çê bûye, YPG jî neçar e wan deveran biparêze bo DAIŞê neyê.

Birîmo got jî, “Rûsya li firokxaneya Minigê û Ezazê bombebaran dike, Tirkiyê jî gundên Efrînê dide ber topan ku dûrî eniyên şer in.”

Birîmo diyar kir, hemahengî di navbera YPG û rêjîm û Rûsyayê de heye, heger hemahengî tune ba, dê rêjîmê careke din ew deverên ku HSD û YPGê Kontrol kirine, bombebaran kiriba.

Birîmo amaje bi wê yekê kir ku, bijardeya herî baş li pêş PYD ew e ku vegere nav mala Kurdî û ligel ENKSê berjewendiya Kurdî biparîzin.

9:57:06 AM