Rojava News: Duh, artêşa Tirkiyê bajarokê Girê Spî li Kurdistana Sûriyê kir armanc.
Li gorî agahiyan, duh demjimêr 9 şevê , artêşa Tirkiyê bi çekên giran siloya bajarokê Girê Spî herweha taxên rojavayê bajarok û deverên nêzîkî sînor topbaran kir û ew topbaran çend demjimêran berdewam kir.
Li gorî heman agahiyan ku di encama wê yekê de tenê ziyanên madî çê bûn û rewşa bajêr niha aram e.
10:41:01 AM
