11:20:03 AM
Rojava News: Di roja şembiya borîde li gundê Heyaka yê bi ser bajarê Dêrikêve li Kurdistana Sûriyê, agir bi xaniyê malekê ket û di şewatêde du zarokn canê xwe ji desdan .
Jêderekê ji gundê Heyaka ji Rojava Newsre ragihand ku roja şembiya borî agir bi mala Beşîr Sofî Elî ket dema ku Sopeya wan teqî , û di şewatêde keçika wî ya2 Sali bi nave Bêrîtan canê xwe ji desda û birayê wê Xelîl yê 5 salî ku bi niştergerî rakirbûn Herêma kurdistanê duho roja sêşembê wî jî canê xwe ji dest da.
Gundiyan li ser egerên şewatê gotin : ev ne bûyera pêşiye bivî rengî çêdibe , ji ber Mazota parzûnkirî ya ku li herêmên Sûriyê tê verijtin bi kelandina Qîrê di beroşande , ya ku bûye cihê gelek metirsiyan li ser jiyana xelkê deverê, û bitaybetî di malande dema bi kar anîna wan sûtemeniyan ji bo pêdawistiyên jiyanê.
Rifat Hacî
