6:04:38 PM
RojavaNews: Sekreterê Partiya El Wehdê Kamîran Hac Ebdo ji RojavaNews re ragihand , ku pêşveçûnên çekdarên YPG bi hevrêzî bi rêjîm û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû , û ew weke destêwerdanek leşkerî ya rasterast bi nav kir .
Herwiha Hac Ebdo da xuyakirin , ku piştî pêşveçûnên rêjîma Sûriyê û bi piştevaniya balafirên rûsî li bakurê gundewarê Helebê û kontrolkirin YPG ji balafirxaneye Minixê û bajarokên Ezazê re, Tirkiyê ew dever topbaran kirin .
Hac Ebdo got ku Tirkiyê dixwaze berîkeke cografî ya çêkirî ya turkumanan di bin navê Herêma aram di navbera Kobanê û Efrînê de ava bike , da ku rê li ber girêdana cografiya Kurdistana Sûriyê bigire.
Afiya Hacî
