Davûtoglu teqîna Enqerê avêt stûyê YPGê!

Davûtoglu teqîna Enqerê avêt stûyê YPGê!

Rojava News: Davûtoglu teqîna Enqerê avêt stûyê YPGê! Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, îro li ser teqîna Enqerê daxuyaniyek da û ragihand, teqîn ji aliyê endamekî YPGê ve û bi alîkariya endamên PKKê hatiye kirin.

Davûtoglu da zanîn, derheqê bûyerê de 9 kes jî hatine girtin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî daxuyanî da û got, em nizanin teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin lê dibe ku bersivek be ji bo komkujiyên Bakurê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên Davûtoglu, navê wî kesî Salih Necar e ku sala 1992ê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.