Amerîka: Em dikarin alîkarî bidin Kurdên Efrînê!

Amerîka: Em dikarin alîkarî bidin Kurdên Efrînê!

Rojava News: Hêzên Amerîka dan zanîn ku dikarin alîkariyê bidin kurdên Efrînê .

Berdevkê operasyonê Sûrî Colonel Steve Warren di derbarê hêzên Kurd yê Efrînê li dijî DAİŞe şerdikin de ji çapemeniyê re got;  "Niha, hêzên asmanî ji bo alikariya dijberên li Sûrî vekolînan dikin, dibê ku Hêzên Kurd yê Efrînê ji aliyê asmanî de bêne piştgirîkirin”

Colonel Warren got; Gelek navendê darayî yê DAİŞê hatine jinavbirin û çawkaniyên darayî  jî hatine biçukkirin.

Warren got; “Li devera Rojava li gel Qoalisyona Sûriya Demokratîk hêzên Kurd yê Efrînê jî hene.”

Herweha di derbarê herêmen Ewlehiyê de jî got; Ti rewşê ragihandina herêmên ewlehiyê li Sûriyê tunneye, Kurdê li deverê ne piştgiriya Amerîka ne jî ya Rûsyayê dikin ew berevaniya xaka xwe dikin”