Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: Qeyrana serekî ya Herêma Kurdistanê Qeyrana Siyasî ye. Got jî: Referandom dê di demek Guncaw de were encamdan.
Di hevdîtinek tayebet de bi kenala Kurdistan24, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Piştî vegerana Barzanî behsa mîkanîzma çaksazîyê dê were kirin.”
Derbarê pirsa encamdan referandomê Barzanî got: “Ev pirs wê di demek guncaw de birêve biçe û PDKê wek prênsîp piştîvanîyê lê dike û divê di dema guncaw ya xwe de were encamdan ku ji alîyên peywendîdar û ewên birêve dibin, dê were dîyarkirin.”
Herweha got: “PDKê ti caran xwe ji danûsandinan bi alîyan re nedaye paş, bê guman jî evê qeyarnê pêdivî bi danûstandinê heye bo vedîtina çareseriyê.”
