Rojava News: Artêşa Tirkiyê bi topxaneyên giran, bajar û gundên Efrînê dide ber topan, gelek gundiyan jî gundên xwe hêştin û berve çiyan reviyan.
Artêşa Tirkiyê şeva borî bi topên giran û mûşekan, êrîşî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Cindirês, Şiyê, Şêrewa û Raco kir, hejamrek ji kuştî û birîndaran hene.
Ebdelrehman Apo endamê komîteya navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya ragihand ku 2top li derdora pira nû û Eleşerfiyê, 3 top li nêzîkî Qîbar û 3ê din li nêzîkî Qazqlê û çiyayê Hemamê ketin.
Li gor xelkê Efrînê ragehandine, 4 top li nava bajarê Efrînê ketin, di encamê de hejmarek ji sivîlan canê xwe jidest dane û bi dehan birîndar jî li nexwşxana Avrînê ne.
Li gor hatiye zanîn heta niha 2 şehîd yên bi navê Mihemed Sîdo û Cîlan Nebo, herweha bi dehan birîndar li nexweşxana Avrînê ya li bajarê Efrînê hene.
11:18:59 AM
