Artêşa Tirkiyê berdewam başûrê rojavayê Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê berdewam başûrê rojavayê Efrînê topbaran dike

10:31:05 PM

RojavaNews: Topxaneya Tirkiyê topbarankirina bajar û derdora Efrînê berdewam dike, ku duh êvarî heya berbanga sibehê, navenda bajêr û navçeyên Cindirêsê, Reco û Şiyê topbaran dikir.

Herwiha jêderan ragihandin ku topxaneya Tirkiyê îro êvarî careke din başûrê rojavayê Efrînê li gundê Dêr Belûtê yê Navçeya Cindirê yê sînorî bi Parêzgeha Idlibê û Tirkiyê re, topbaran kir.

Herwiha hat zanîn ku topeke Tirkiyê li gundê Zivingê yê navçeya Bilibilê ketiye.

Heya niha hîn ziyanên topbaranê nehatiye zanîn, ku duh ji ber topbarana Tirkiyê, 2 kes şehîd bûn û 8ên din jî birîndar bûn.