Rojava News: Rêxistinên Îsalmî berdewam in di topbarankirina taxa Şêxmeqsûd a kurdan li Helebê
Li gorî agahiyên Rojava News, Eniya El-Nusra (Paskê Elqayîdê li Sûriyê) û Ehrar Elşam, duh êvarê taxa navbûrî dan ber topan, ku derdora 15 topan avêtin.
Di encama wê yekê de 10 welatiyên sivîl birînardar bûn, herweha bi çend mal jî hatin rûxandin û bi dehan kes di bin kavêlan de mane.
Nalîn
9:45:47 AM
