3:27:54 PM
RojavaNews: Îro Roja Şemiyê, Kremlenê di derbarê topbarankirina Artêşa Tirkiyê ji navendên YPG re li Efrîn û gundewarê Ezazê, daxuyaniek belav kir.
Kremlenê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku topbarana Tirkiyê ji hin erdên Sûriyê re nakokiyên wan herdu welatan kûrtir dike û nayê qebûlkirin.
Herwiha Kremlenê got ku ew di derbarê tokbarankirina tirkiyê ji Sûriyê re,( ku mebset navendên YPG li gundewarê Ezaz û Efrînê ye ) bi xem e.
Herwiha Serokê Amerîka jî daxwaz ji Tirkiyê kir ku topbarankirina navendên YPG rawestînin û got ku nabe YPG jî tevlîheviya heyî li gundewarê Helebê bikar bîne û pêşve biçe.
