3:45:59 PM
RojavaNews: Şêwirmenda Alman, Angela Merkil, ragihand ku Yekîtiya Ewropa(YE) piştevaniya xwe ji daxwazên Tirkiyê re di derbarê avakirina herêma aram de li Sûriyê, nîşan dide.
Merkil, li Brukselê eşkere kir ku YE pişetaniya xwe nîşan daye ku bi rêya danûstandinan deverên ji bo parastina sivîlan li Sûriyê nîşan bikin, û got wek nimûne em dikarin Bajarê Ezazê yê sînorî bi Tirkiyê re weke herêma Aram binav bikin.
Herwiha Merkil got wê hingê wê xelkê Ezazê û xelkên din jî di hindir sînorê herêma aram de werin parastin, lê divê lihevkirinek hebe ku ew dever neyê bombebarankirin.
Ev demeke ku Tirkiyê dixwaze herêmeke aram li Kurdistana Sûriyê ava bike ku ji Ezazê heya Cerabslusê dirêj bike, lê Amerîka berdewam li dijî wê yekê disekine û dibêje hîn dema wê nehatiye.
