Girûpên Îslamî Şêx Meqsûd didin ber topan

Girûpên Îslamî Şêx Meqsûd didin ber topan

5:06:51 PM

RojavaNews: Careke din girûpên Îslamî yên opozisyonê taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku piraniya nişteciyên wê kurd in, topbaran dikin.

Li gorî zanyariyan heya niha 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 14 ên din jî birîndar bûne, ku hîn jî topbarankirina taxa navbûrî berdewam e.

Ev çend meh in ku Şêx Meqsûd rastî şerûpevçûnan tê, ku heya niha bêtirî 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 158 ên din jî birîndar bûne.