10:39:19 PM
RojavaNews: Careke din topxaneya Tirkiyê Bajarê Efrînê û derdora wê armanc dike ku dîsa topên Tirkiyê sivîl armanc kirin.
Li gor zanyariyan, heya niha, 3 kesên sivîl, ji ber armanckirina mexfera gundê Hemamê yê Navçeya Cindirêsê yê başûrê rojavayê Efrînê, birîndar bûne.
Berya 2 rojan jî topxaneya Tirkiyê navenda bajêr û gundên çend navçeyên Efrînê armanc kiribû, ku di encamê de 2 sivîl şehîd bibûn û 8 ên din jî birîndar bûn, piştre birîndarekî din jî ji ber giraniya birînê, şehîd ket.
Herwiha di despêka topbaranakirina Tirkiyê ji Efrînê re, bi hinceta armanckirina navendên YPG, gundê Meryemînê yê Efrînê jî rastî topan hatibû û di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 ên din jî birîndar bûn.
