RojavaNews: Ji ber topbarankirinkirina gundê Efrînê bi tundî ji aliyê Tirkiyê ve, gundiyan gundê Hemamê malên xwe bicih hiştin.
Li gorî agahiyên Rojava News, topxaneya Tirkiyê bi berdewamî bajarê Efrînê û derdora wê armanc dike ku dîsa topên Tirkiyê mexfera gundê Hemamê yê Navçeya Cindirêsê yê başûrê rojavayê Efrînê armanc kirin, di encam de3 kesên sivîl, birîndar bûne, ûji ber vê jî xelkên wî gundî ji duh bi şev ve gundê xwe vala dikin .
Berya çend rojan jî topxaneya Tirkiyê navenda bajêr û gundên çend navçeyên Efrînê armanc kiribû, ku di encamê de 2 sivîl şehîd bibûn û 8 ên din jî birîndar bûn, piştre birîndarekî din jî ji ber giraniya birînê, şehîd ket.
8:18:20 AM
