RojavaNews: ji ber topbaranakirina bê navber li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê girûpên Îslamî ve 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 39 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan, Eniya Elnusra û Ehrara Elşam ji aliyê Kastêlo ve taxa navbûrî topbaran dikin ku heya niha 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 39 ên din jî birîndar bûne di nava wan ji û zarok jî hene, û birînên gelek ji wan dijwar in.
Li gor ku hatiye belavkirin, navê birînadaran ev in:
Mistefa Horo (26 salî), Xensa Seîd (22 salî), Ebdelaah Suleyman (37 salî), Îbrahîm Coyed (2 salî), Elî Filaha (22 sal), Diyana Hedad (9 salî), Nîzar Mihemed, Neda Mistefa (11 salî) , Ferîd Haco (61 salî), Sîdra Îbo( 15 salî), Hemîda Ehmed (28 salî) û Mûsa Êlêwî (30 salî).
Ev çend meh in ku Şêx Meqsûd rastî şerûpevçûnan tê, ku heya niha bêtirî 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 158 ên din jî birîndar bûne.
Lana Mihemed
8:34:41 AM
