Rojava News: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasbûna hêzên bejayî bi serperştiya Hevpeymana Navdewletî, bo xaka Sûriyê xaleke erênî dibîne, ji ber ku wê demê Pêmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî derbas dibin.
Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistinê – Sûriya (PDK-S) û Endamê ENKSê , herweha endamê Desteya Bilind ya Giftogoyan ya Opozisiyona Sûriyê Ebdilhekîm beşar ji K24ê re axivî û got: “Em beriya niha wek ENKSê danûstandin bi hevpeymanan re kir, dema hêzên bejayî ji aliyê Siûdiyê ve ber bi Sûriyê ve biçin û dewletên hevpeymanan serpiriştiya wan bike, wê demê dê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî di nav wan de cih bigirin.”
Eerbistana Siûdiyê û Tirkiyê ragihandibûn ku, ew amade ne, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî de, hêzên leşkerî yên bejayî bişînin Sûriyê, bo şerê DAIŞê bikin.
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwazî li pêşniyara Siûdiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.”
8:48:26 AM
