Kurdên li Londunê piştgiriya Efrînê bi manggirtinê dikin

Kurdên li Londunê piştgiriya Efrînê bi manggirtinê dikin

 

9:27:51 AM

Rojava News : Duh li bajarê Londunê û li ser bangewaza çalakvanên kurd revenda kurd ya ku li Ingilterayê nişteciye , bi manggirtinekê helwesta xwe di piştgiriya Efrînêde  derbirîn.

Bi rawestaneke bê deng û hildana Aleyên Kurdistan , digel hin Siloganên nivîsandî li ser kaxezan , revenda Kurd yaku li Ingilterayê dimîne, helwesta xwe  di derbarê bûyerên va pênc rojên borî de li ser destêwerdana artêşa turkan li gundewarên Efrînê, û topbarankirina cihê akinciya sifîlan li Efrîn û dewrûberê wê riswakirin, û helwesta xwe weke nameyeke wateyî bi reftareke şaristanî gihandin raya giştî

Manggirtin duh li pêşberî balexaneya nûneratiya netewên yekgirtî hate li darxisti , û gelek xotû keçên ji hemi parçeyên Kurdistanê  têde beşdarbûn.

Rifat Hacî