ENKSê Daxuyaniyek derbarî topbarankirina Tirkiyê ji Efrînê re da

ENKSê Daxuyaniyek derbarî topbarankirina Tirkiyê ji Efrînê re da

Rojava News: Emîdariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê topbaran topxaniya Tirkiyê ji Efrînê re da û ev naveroka wê daxuyaniyê ye:

Ji roja Pêncşemê bişev, 18 \ 2 \ 2016 Artêşa Tirkiyê dest bi armanckirina bajarê Efrîn û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Helebê kiriye, ku di encamê de şehîd û birîndar yên Kurd hene, herweha ziyan gihan malên hemwelatiyan.Ev topbarana welatiyên sivîl bi hinceta ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi alikariya rêjîma Esed û piştevaniya balafirên Rûsî nêzîkî sînorê Tirkiyê dibin, herweha teqîna Enqereyê wekû hinceteke zêde ji Tirkiyê re bû ku dijminatiya xwe ji Kurdan re bêtir bike û egera derbasbûna bejayî ya Tiriyê ji deverên Kurdan re li Rojavayê Kurdistanê zêde bike , ku ew jî dibe sedem ku deverên kurdî êdî bibin qadeke vekirî ji şerûpevçûnan û tûndî re.

Em wekû Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Bombebaranakirina deverên Kurdî û bi taybetî Efrînê ji laiyê artêşa Tirkiyê ve şermezar dikin.  Herweha em daxwazê ji  hikûmeta Tirkiyê dikin ku vî karî rawestîne, û em  daxwazê ji PYDê jî dikin ku hêzên opozisyona Sûrî aramanc nekin û hincetan ji Tirkiyê nehêlin.

Herweha em dawazê ji civaka navdewletî dikin ku mudaxeleyê bikin ta ku Turkiyê êrîşên xwe rawestanîn e

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê

20 \ 2 \ 2016