Rojava News: Qoalisyona Sûriyeya Demokratîk (QSD) hejmarek gund û 233 kêlgehên petrolê li derdora bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê kontrol kir.
Firokeyên Hevpeymana Navdewletî bi tundî nava Şedadê bombebaran dikin, çekdarên QSD ê jî hin gund û deverê nêzîkî Şedadê kontrol kirin.
Şedadê hîna bi temamî neketiye destê çekdarên QSDê ji ber ku ji aliyê rêxistina terorîstî DAİŞê ve gelek mayin hatine çandîn.
Hat zanîn QSD kargeha gazê ya li bakurê Şedadê bi tevahî kontrol kiriye, herwiha bêhtirî 233 kêlgehên petrolê li derdora Şedadê jî kontrol kirine.
QSD di 16ê vê mehê de, ji bo kontrolkirina bajarokê Şedadê dest bi operesyona pêngava “Xezeba Xabûrê” li başûrê Hesekê kir.
Li gorî hatiye zanîn di şerê vê sibehê de 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend şervanên QSDê birîndar bûn.
Operasyonên şervanên QSD'ê yên li herêmê dewam dikin.
10:43:04
