QSD’ê ji Şeddadê derbaz bû

QSD’ê ji Şeddadê derbaz bû

Rojava News: Operasyona QSD’ê ya “Hêrsa Xabûrê” ku ji du eniyan û li ser 2400 km çargoşe erd hatibû despêkirin di roja şeşemînde didome. Şervanên QSD’ê ber bi Deyr el Zorê ve 16 km ji Şeddadê derbaz kirin.

Piştî azadkirina bajarokê Şeddadê operasyona QSD’ê li herêmê bi berfirehî dewam dike. Li ser îhtîmalên ku di nava bajêr de tîmên çeteyan ên veşartî hebin operasyona lêgerînê di nava bajêr de jî dewam dike. Her wiha sê komên piçûk yên xwe veşartibûn hatin îmha kirin.

Şervanên QSD’ê 16 km ji Şeddadê derbaz kirin û ber bi Deyr el Zorê ve heta gundê Edlayê pêşde çûn.

Herwiha rêxistina terorîstî dixwaze ji aliyê Deyr el Zor û başûrê Xabûrê ve hêzên alîkar rêbike.

Li gorî zanyariyan bi piştgiriya balafirên koalîsyonê û şerê dijwar  yê dohî de  60 teroristê DAİŞê  hatin kuştin.

 

10:33:45