Rojava News: Doh 21 Sibatê bi beşdarbûna hejmarek hunermend û rewşenbîran, di nava parka Azadî li bajarê Silêmanî perde ji ser peykerê Aylan Kurdî hate rakirin.
Peykersaz Bextiyar Helebceyî ku ev peyker sazkiriye ji BasNews re got: “Min navê Balyozê Koçê lê kiriye, jiber piştî xeniqandina wî hemû sînor di riwê penaberan de vebûn û biryara siyasî jî hate guhertin.”
Herwiha got: “Mirina vî zarokî bi vî şêweyê han bandor li derûniya min kir, lewma min biryar da wek simbolekî vî peykerî bi şêweyekî mezin saz bikim wî di nav avê de bicîbikim, peyker 7 caran ji qelafetî Aylan mezintire û 5 mehin ez mijûlî durûst kirina vî pekerî me.”
Aylan Kurdî di roja 2 Eylûl a sala 2015 de li ser riya koçberiyê ligel çend endamên mala xwe di nav ava deryaya Ega de xenqî, piştre termê Aylan li qirxa deryayê hate dîtin.
10:41:02
