Qamişlo: Zarkek bi girtina elektrîkê jiyana xwe ji dest da!

Qamişlo: Zarkek bi girtina elektrîkê jiyana xwe ji dest da!

 

Rojava News: Li Qamişlo zarokê 11 salî ji ber warê elektrîkê ku li der û ber qetiyane û belavbûne jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Cûmayê ku dikevê rojhilatê Qamişlo doh zaroka 11 salî,  li ser banê xwe bi warê elektrîkê dileyist,  ji ber ku ew war kevnin û li gund jî demeke dirêje elektrîk tunneye, bi metirsiyê nehisiya.

Lê mixabin vê carê elektrîk di warê de hebû, û dema zarokê 11 salî Dilyar İdrîs Emîn namo destkarî bi warê kir, ji ber girtina elektrîkê jiyana xwe ji dest da.

Gundiyê deverê jî dibêjin ji ber ku elektrîka me tunne bû, gelek war qetiyanê xizmeta wan jî nayê kirin û êdî em nizanin kîjan sexlam in an jî xirabene.

 

12:51:59

Şanaz Emin