Rojava News: Li kempa dareşikranê ya girêdaye bi Hewlerê ji ber bahoza îro ya tund gelek ban friyan.
Hat zanîn li Hewlerê ji sibehî ve bayê ku bi tundî destpêkiriye xwe qulupande acacê û bablîsokê.
Li gorî jêderekî ji kempa Daraşikranê Ji rojava News re diyarkiriye; Penaberê Kempa Rojavayê Kurdistanê jî ji vî bayî para xwe girtin, û gelek ban firiyan.
Hemen jêderî got; Şêniyên kempê nikarin ji mala xwe derkevin, Ji ber ku kes nikarê çavê xwe veki, û li derva nikarin henasê bistînin.
Hatiye zanîn; ji berku ser banê malê kempa penaberê rojava ji tudyayê ye xwe li ber ba negirtiye û friyan e.
Ta niha gelek ziyanên madî çêbune lê belê tiştek bi kesi nehatiye.
Xelkê Hewlerê vî bayê tund weke “Reşeba” binav dikin.
13:06:39
Şanaz Emin
