Hevserokê PYD: Em dewletekê li ser sînorê Tirkiyê ava nakin

Hevserokê PYD: Em dewletekê li ser sînorê Tirkiyê ava nakin

4:19:48 PM

RojavaNews: Hevserokê PYD, Salih Mislim, ragihand ku armanca wan ne we e ku dewleteke kurdan a serbixwe li ser sînorê Tirkiyê ava bikin, lê armanca wan ya sereke jinavbirina terorê li tevahiya Sûriyê ye.

Herwiha Mislim di daxuyaniyeke xwe de ji Ajansa Nûçeya a Almanya re, eşkere  kir ku ew tenê dixwazin mafên kurdan di destûra Sûriyê de werin çespandin.

Mislim  tekez kir ku çekdarên wan niha naxwazin berên xwe bidin Ezazê û kontrol bikin, tevî ku ew ji wê yekê natirsin, ji ber ku li gorî wî 20% ji axa Sûriyê di destê çekdarên wan de ye.