5:20:09 PM
RojavaNews: Îro 22. 2. 2016 roja Duşemê Xwecehiya Nesredîn Birhik a Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn li gundê Kevrê Dena yê bi ser bajarokê Çil Axa ve hat bibîranîn.
Bi amadebûna bi hezaran ji keseyetiyên Siyasî , Yekîtiyên civaka sivîl, rêxistinên Mafperwer û tevgerên ciwanan, salvegera şehîdê navbûrî hat bibîranîn.
Herwiha gelek gotin di bîranînê de hatin xwendin :
- Gotina Xwecehiya Nesredîn Birhik ji aliyê Elî Ferso
- Gotina ENKS ji aliyê Fesle Yûsif
- Gotina PDKS ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî Mihsin Tahir
- Gotina malbatên Pakrewanên Kurdistana – Sûriyê Perîxan Dawûd hat xwendin.
Tê zanîn ku Pakrewan Nesredîn Birihk di 12 . 2 . 2012 hatibû birîndarkirin di 22.2. 2012 li nexweşxaneya Martîni li Helebê şehîd ket.



Afiya Hacî
