Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn li kampan hat bibîranîn

Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn li kampan hat bibîranîn

RojavaNews: duh 22. 2. 2016 roja Duşemê nunertiya Herêma Kurdaitanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd  li Sûriyê, Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn  li kampên penaberên Kurd yên li herêma Kurdistanê bibîr anî.

Bi  amadebûna bi hezaran ji xelkên kampan, keseyetiyên Siyasî û reşwenbirî li her yek ji kampa Kerwirgoskê, Dareşikranê, Domîz, Qoştepe salvegera şehîdê navbûrî hat bibîranîn

Herwiha gelek gotin di bîranînê de  hatin xwendin wekû gotina nunertiya Herêma Kurdaitanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd  li Sûriyê, gotina PDKS, û gotina malbatên Pakrewanên Kurdistana – Sûriyê

Tê zanîn ku  endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê Pakrewan Nesredîn Birihk di 12 . 2 . 2012 bi guleyên bextreşan û çeteyan hatibû birîndarkirin  di 22.2. 2012 li nexweşxaneya Martîni li Helebê şehîd ket.

10:50:26 AM