Rojava News: Xwecihiya Hesekê ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, duh Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriyê li navenda Encumenê li Hesekê xelat kir.
Elî Dawûd Serokê xwecihiya Hesekê ya ENKSê ragihand ku armanca wan ji wê yekê ew e ku moralê werzeşvanan bilind bikin ji ber ku bi gelek çalakiyên berbiçav radibin.
Ji aliyê xwe ve jî Ednan Şêxo serokê Hevgirtinê eşkere kir ku ew serbikind in bi vê xelatkirinê û gelekî spasiya ENKSê dikin.
Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriyê beriya sal û nîvekê hate damezirandin, navenda wê ya sereke li Hesekê ye, û ji beriya salekê tevlî ENKSê bû.
Nalîn Hesen
12:33:42 PM
