Siûdiyê: Piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam e

Siûdiyê: Piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam e

5:04:13 PM

RojavaNews: Piştî ku duh Siûdiyê qunsulxaneya xwe li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê vekir, Qunsulê Siûdiyê, Ebdilmunim Ebdilreham Salih, ragihand ku welatê wî ti carî dest ji Herêma kurdistanê bernade bi taybetî di vê rewşa ku Herêm têre derbas dibe de.

Herwiha qunsulê Siûdiyê, hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî re pêkanîbû, ku Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ,Nêçîrvan Barzanî, jî tê de beşdar bibû.

Herwiha qunsulê Siûdiyê li Hewlêrê, got ku wê bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî de were zêdetirkirin û piştevaiya ji Herêmê re wê hertim berdewam be.