Şandek ji ENKS bi ofîsa Şêwermenda Almaniya re civiya

Şandek ji ENKS bi ofîsa Şêwermenda Almaniya re civiya

6:02:39 PM

RojavaNews: Îro  roja Sêşemê 23 . 2 . 2016 Şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi ofîsa Şêwermenda Almaniya Angêla Mêrkil re civiya.

Serokê Nûneratiya ENKS li Ewropa Rêzan Şêxmûs ji RojavaNews re ragihand , ku îro  Şandek ji ENKS ku ji  Serokê wê Ibrahîm Biro û Endamê Ofîsa Peywendiyên Derve Siyamend Haco pêk dihat,  bi ofîsa Şêwermenda Almaniya Engêla Mêrkil re civiyan .

Şêxmûs  diyar kir ku şandewan  ji aliyê Berpirsê doseya Rojhilata Navîn  û Amerîkaya Latînî Firank Hartiman û Daniyl Şilîgl ve hatin pêşwazî kirin.

Herwiha Şêxmûs got ku Şanda ENKS behsa rewşa Sûriyê bi tevahî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî û astengiyên ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê  tê de debrbas dibin kirin.

Afiya Hacî