9:33:49 PM
RojavaNews: Topxaneya Tirkiyê careke din gundên Efrînê dane ber topan, lê ti ziyanên madî çênebûn.
Li gorî jêderan, topxaneya Tirkiyê vê êvarê; Îro Roja Sêşemê, 15 top avêtin herdu gundên Qermîtliq û Çeqela yên navçeya Şiyê.
Berya niha jî topxaneya Tirkiyê, çend gundên Efrînê û navenda bajêr topbaran kiribû û di encamê de 3 kesên sivîl şehîd bibûn û 8 ên din jî birîndar bibûn.
Piştî pêşveçûna çekdarên YPG bi navê Sûriyaya Demokrat li gundewarê Ezazê û bidsestxistina çend cihên stratîjî, topxaneya Tirkiyê dest bi topbarankirina navendên YPG kir Tirkiyê jî got ew rê nadin ku YPG Ezazê kontrol bike.
