Viyan Dexîl xelatek cîhanî bidestxist

Viyan Dexîl xelatek cîhanî bidestxist

Rojava News: Parlemantra Kurda Êzidî di parlemena Iraqê Viyan Dexîl, ji aliyê rêxistinek cîhanî ve hate xelat kirin.

Di daxuyaniyekê de Nivîsgeha  Ragehandia Parlementar Viyan Dexîl, duh 23 Sibatê ragehand: “Viyan Dexîl Xelata Jina Parêzer di ber mafê jinê de li ser asta cîhanê ya 2016 bidestxistiye.”

Di daxuyaniyê de hatiye: “Viyan Dexîl li Kongireya Cenever ya jibo Mafê Mirov û Demokraciyê ya 2016 de ji aliyê Dr. Can Ilhan Kîzlhan ve hate xelat kirin.”

Li gorî heman daxuyaniyê Viyan di gotina xwe de gotiye: “Ez li vir da ku binavê hemû jinên bindest ên cîhanê biaxifim.”

Di sala derbasbûyî de Viyan Dexîl hejmarek ji xelatên cîhanî bidestxistibû, jiber kar û xebata wê ya di ware bergiriyê di ber mafê mirovan de herwiha jiber karê wê di pênasîna kareset û cînosayda ku bi ser Kurdên Êzidî ve hatibû. 

9:16:21 AM