Tirkiyê topbaran dikê pêla penabera zêdedibê!

Tirkiyê topbaran dikê pêla penabera zêdedibê!

Rojava News: Piştî topbarankirina Artêşa Tirk bi ser  gundên herêma Şehba ve pêla koçberiya welatiyan jî berdewam zêdetir dibe.

Beriya niha ji ber êrîş û topbarana rêxistinên terorîstî yê El-Nusra û Ehrar El-Şam welatiyên sivîl ên gundên herêma Şehba ji neçarî koçber  dibûn, aniha jî ji ber topbarana Artêşa Tirkan, li dijî gundên herêma Şehba bi taybet bajarokên Erfêd û Dêrcemal pêla koçberiyê zêde û dijwartir dibe.

Hatiye zanîn piraniya koçberan berê xwe didin Efrînê û ji aliyê welatiyên Efrînê ve tên pêşwazîkirin.

Welatî ji ber topbarana artêşa Tirk neçar man berê xwe bidin Efrînê.