Efrîn.. Çekdarên PYDê serkirdeyekî PDK-Sê beramberî 20 tenke zeyt serbest berda

Efrîn.. Çekdarên PYDê serkirdeyekî PDK-Sê beramberî 20 tenke zeyt serbest berda

Rojava News: Piştî çend demjimêran ji girtinê, çekdarên PYDê Faroq Dîko endamê komîta Herêmê yê PDK-S beramberî 20 tenke Zeyt serbest berda.

Faroq Dîko endamê komîta Herêmê yê PDK-S piştî serbestberdana wî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye:"  Ez spasiya her kesekî dikim ku alîkarî û piştgiriya min kir, ez ji xwe bawer im herweha ez erkê xwe dizanim".

Ji aliyê xwe jî Şêrzad Seydo kurê xweşka navbûrî li ser rûpela xwe wiha belav kir:" xalê min niha azad e lê piştî ku PYDê ew neçar kirin ku 20 tenke zeyte zaytona bide wan".

Tê zanîn ku endamê komîta Herêmê yê PDK-S li Efrînê, Farûq Dîko ji ber ku beşdarî pêngava komkirina îmzeyan ya ENKS bibû, ku berya demekê hatibû encamdan, û ji ber ku razî nebû ku bacê bide çekdarên PYD, hatibûe girtin.

10:39:29 AM