Rojava News: Çalakvana Kurd Tavan Ako beşdaî kongirê (One Young World) dibe û aleya Kurdistanê li nik 180 aleyên dewletên cîhanî li Taylendê bilind dike.
Ako ji Rûdawê re got sala borî em beşdarî vî kongirê bûn bi navê dewleta Siwêdê, lê Îsal me karîbû bi nav û aleya Kurdistanê beşdar bibin, herweha emê li ser keşe û pirsgirêkên miletê Kurd biaxivin.
Tavan ji bilî ku di vî kongirê de beşder e, kariye gelek çalakvanên cîhanî ji Afiqa, Amerîka , Îspaniya û Taylend razî û Îqnaa bike ku seredana Kurdistanê bikin, û biryare ew çalakvan di havîna Îsal de seredana Herêma Kurdistanê bikin.
kongirê (One Young World) salane li Taylendê tê lidarxistin û kesên beşdar têde tenê ciwanên, ku di wê kongirê de behsa kirîz û kêşeyên cîhanî dikin û giftogo li ser çareseriyan dikin.




