Rûsya dibêje em çawe alîkariya rêjîma Sûriyê dikin, em alîkariya YPG jî dikin

Rûsya dibêje em çawe alîkariya rêjîma Sûriyê dikin, em alîkariya YPG jî dikin

5:35:11 PM

RojavaNews: Alîkarê Balyozê Rûsya li NY, Vladimîr Safronkov, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ji Rûdawê re ragihand ku çawe welatê wî alîkariya Artêşa Rêjîma Sûriyê dike, bi heman awayî jî alîkariya çekdarên YPG jî dikin.

Berya niha Wezîrê Derve yê Berîtanya, Fîlîp Hamond, ragihandibû ku belgeyên reş di ketine destên wan ku çekdarên YPG bi Rêjîm û Rûsya re ketine hevrêziyên û ew yek jî metirsiyê li ser rola wan di şerê Sûriyê de çêdike.

Berya wê jî  nûnerê rêjîm li NY, Beşar Caferî, gotibû ku hevrêziyak sêalî di navbera her yek ji rêjîmê, Rûsya û çekdrên PYD hene, û gotiû ku serkeftinnên YPG serkeftinên rêjîmê ne jî.

Herwiha şêwirmenda Esed jî , Buseyna Şaban, tekez kiribû ku YPG beşek ji artêşa Sûriyê ye û bi hevrêziya bi rêjm û milîsên wê ve pêşde diçe.