Efrîn…Tirkiyê vê carê Qestelê, Bafelûn û Dîkmedaşê dide ber topan

Efrîn…Tirkiyê vê carê Qestelê, Bafelûn û Dîkmedaşê dide ber topan

12:38:06 AM

RojavaNews: Topxaneya Tirkiyê di topbarankirina gundên Efrînê de berdewam e, ku piştî bêtirî 15 topan li gundê Şadiya yê navçeya Reco xistin, topxanrya Tirkiyê gundên Neçeya Şikaka(Şera) jî da ber topan.

Vê êvarê jî her yek ji gundên Bafelûnê, Qestelê û Dîkmedaşê yên Navçeya Şikaka rastî topên Tirkiyê tên, ku bêtirî 20 topan lêketine û hîn jî topbarankirin berdewam e.

Di encama topbarankirina gundê Şadiya de yê Navçeya Reco, jinek û zarokek birîndar bûn.

Di berdewambûna topbarankirina gundên Efrînê de ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve, bi hinceta armanckirina navendên YPG, bêtirî 12 kesên sivîl birîndar bûne û 5 ên din jî şehîd ketine.