ENKSê li Cenêvê ofîsa xwe vedike!

ENKSê li Cenêvê ofîsa xwe vedike!

Rojava News: Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) vê hefteyê wê ofîsa xwe li Jenêvê vekê.

Li gorî daxuyaniya ENKSê wê  navenda xwe di 26ê vê mehê de  li bajarê Cenêvê vedike.

Li gorî daxuyaniyê, dê her yek ji serokê ENKSê Ibrahîm Biro û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco di rewresma vekirina ofîsê de beşdar bibin.

Her weha dê ENKSê weke beşek ji Dijbereyê û Desteya Danûstandinê, hewl bide ku pêvajoya diyalogê biser bikeve û danûstandinên Cenêvê bighîjin armancên xwe.

Li bajarê Cenêv ê Swîsê danûstandinên navbera Dijbere û Hikûmeta Sûriyê bo çareserkirina kirîza Sûriyê birêve diçin.

Biryar e di çend rojên bê de cardin danûstandinên Cenêvê dest pê bibin, ku hatibûn paşxistin.